Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Fermî ya Sûrî: 5 Kes di Êrîşên Serhildayan de li Şamê Hatin Kuştin


Dîmenek ji êrîşên li Şamê (Arşîv)

Ajansa fermî ya Sûrîyê ragihand ku serhildayên Sûrî îro Pêncşemê bi roket û topan êrîşî çend taxên Şamê kirin û herî kêm 5 kes kuştin.

Ajansa SANA herwiha ragihand ku 30 kesên din jî di êrîşan de birîndar bûn û li esmana çend taxên bajêr dûyên reş bilind dibûn û dengên ambulansan dihatin bihîstin.

Rûniştvanên Şamê dibêjin, ew jiber êrîşên xurt gelek tirsîyane.

Ew êrîş piştî êrîşên esmanî yên rejîma Esad tên ku hefteya borî li çend taxên bin kontrola serhildayan kiribûn armanc û gelek kes kuştibûn.

Fermandarê Ceyş el Îslam (Artêşa Îslamê) Zahran Alloush, di vîdyoyekê de îro Pêncşemê gefan li Şamê kir û got wan bi sedan roket avêtin Şamê.

Alloush di peyama xwe de soz da ku êrîşên wan wê bidomin, heta ku paytaxt Şam were paqij kirin.

XS
SM
MD
LG