Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Êrîşên Nû yên Esmanî li Hember DAÎŞ Dike


Firokên Urdunî jibo rêzgirtina Muath al-Kaseasbeh li esmana Amman difirin Sîbat 4, 2015.

Artêşa Urdunî îro Pêncşemê ragihand ku firokên wê êrîşên nû li hember Dewleta Îslamî kirine, rojekê piştî ku Amman soza şerekî dijwar li dijî wê komê dabû.

Daxuyanîya artêşê zelal nekir ku êrîşên esmanî li kîjan welat hatine kirin. Lê, wek endama koalîsyona navnetewî, Urdun heta niha tenê li ser hedefên DAÎŞ yên li Sûrîyê êrîşên esmanî pêk anîbûn.

Melîk Abdullah berî çend rojan, piştî belavbûna dîmenên şewitandina firokevan Muath al-Kaseasbeh, soz dabû ku ewê tola wî hildin û şerê dijî DAÎŞ xurtir bikin.

Abdullah gotibû ku bersîvdana Urdunê wê gelek tund be, jiber ku ew rêxistina terorîst ne tênê dijî wan e, lê herwiha dijî Îslamê nirxên wê yên paqije jî.

XS
SM
MD
LG