Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Amerîkî Rêberekî Blind yê El Qaydê li Yemenê Kuşt


Rêberekî bilind yê El Qayde ya Nîvgrava Erebî Nasr al-Ansi li ser êrîşa Charlie Hebdo dipeyve
Rêberekî bilind yê El Qayde ya Nîvgrava Erebî Nasr al-Ansi li ser êrîşa Charlie Hebdo dipeyve

El Qayde ya Yemenê dibêje, yek jî rêberên wê yên bilind, Harith al-Nadhari di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de li başûrê wî welatî hat kuştin.

El Qayde ya Nîvgrava Erebî îro bi daxuyanîyeke ser Twitter ragihand ku Nadhari û 3 mîlîtanên din, dema di nav otomobîlekê de bûn hatin kuştin.

Daxuyanîyê dîyar kir ku Nadhari û kesên ligel wî bi êrîşên firokên bêmirov anku bi dronên Amerîkî, li herêma Shabwa ya başûr hatin kuştin.

Harith Nadhari wek şîretvanê El Qaydê yê mijarên qanûnî û olî dihat zanîn.

Ew cara herî dawî di vîdyoyekê de xwane dibû ku pesna êrîşa ser kovara Charlie Hebdo dida ku 12 kes tê de hatibûn kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye, El Qayde ya Nîvgrava Erebî berpirsîya êrîşa li Parîsê rakiribû ser xwe û soz dabû ku di demên were de êrîşên wiha wê bidomin.

XS
SM
MD
LG