Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Soz Dide ku DAÎŞê Tune Bike


Urdun dibêje, êrîşên esmanî yên vê dawîyê tenê destpêka operasyonên tolhildana kuştina pilotê wê ye ku ji alîyê Dewleta Îslamî ve hatibû kuştin.

Firokên şer yên Urdunê do Pêncşemê bi dehan êrîşên esmanî li ser armancên DAÎŞ yên li Sûrîyê û Îraqê pêk anîbûn, piştî ku Melîk Abdullah soza bersîvdaneke tund li hember kuştina Muath al-Kaseasbeh dabû.

Wezîrê Derve yê Urdunê Nasser Judeh ji CNN re got ku welatê wî bi hemî kanînên xwe, li ku derê dibe bila bibe, êrîşî DAÎŞê bike.

Judeh got, ewê herin ser tirsenokan DAÎŞ û wan ji holê rakin.

XS
SM
MD
LG