Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Belge Tune ye ku Dîla Amerîkî bi Êrîşa Urdunê Hatibe Kuştin


Karbidestên Koçka Spî dibêjin, ew nikarin piştrast bikin ka bi rastî êrîşeke asmanî ya Urdunî karmendeke alîkarîyê kuştibe, ku ew jin li cem rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst (Daîş) hatibû dîlkirin.

Berdevka Civata Ewlekariya Niştimanî Bernadette Meehan roja Îniyê got ku ti belge tune ye piştgiriya vê îdîaya Daîş bike.

Guman heye ku karmenda alîkariyê Kayla Mueller ya ji wîlayeta Arizona bi rastî di êrîşeke asmanî de hatibe kuştin, bi taybet piştî desthilatdarên Urdunê gotin ku firokevanê wan Muaz el Kesasbe mehekê berî derketina vîdyoya Daîş hatiye kuştin.

Urdun dibêje, êrîşên wê yên asmanî vê dawiyê li dijî armancên Daîş tenê destpê in jibo tolhildana dijî kuştina firokevanê wê.

XS
SM
MD
LG