Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê: Tawanên Rojnamevanê Washington Post Nêzîk Tên Hilanîn


Jason Rezaian li 22ê Tîrmeha 2014 hate girtin.
Jason Rezaian li 22ê Tîrmeha 2014 hate girtin.

Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, ew hêvî dike ku rojnamevanekî Washington Post ku li Tehranê hatiye girtin, nêzîk ji hemû tawanên xwe ji aliyê dadgehê ve were bêsûckirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Jevad Zerîf li dema konferanseke ewlekarî îro Yekşemê li ser doza rojnamevan Jason Rezaian axivî û got ku ew rê daye dayika rojnamevanê Amerîkî bi regez Îranî ku serdana wî di zindanê de bike. Birêz Zerîf got, “min hemû hewil da heta ku bi şêweyekî mirovahî alîkariyê bikim.”

Birêz Zerîf got, “dema hemû tawan ji ser Rezaian hatin hilanîn, hingê ewê rojeke xweş be jibo min.”

Rezaian û hevsera xwe Yeganeh Salehi û du rojnamevanên wênevan bi hev re 22ê Tîrmeha sala bûrî li Tehranê hatibûn girtin. Paşê hemû ji bilî Rezaian hatin azadkirin.

XS
SM
MD
LG