Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên G20 li Stenbolê Civîna Xwe li Stenbolê Destpê Dikin


Sereka IMF Christine Lagarde ligel Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Alî Babacan.
Sereka IMF Christine Lagarde ligel Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Alî Babacan.

Rêxistineke abûrî ya navneteweyî dibêje, hikûmet li seranserî cîhanê kar nakin jibo bicîanîna jimareke siyasetên ku li ser lihev kiribûn jibo pêşdabirina geşepêdana abûrî di salên bê de.

Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Abûrî ku bingeha wê li Parîsê ye, di raporta xwe ya salane de ku îro Duşemê hate weşandin, bang li welatan kir ku stratejiyên berfireh wekî zêdekirina berhemdana kar bişopînin.

Raporta rêxistinê hate belav kirin, li vê dema ku wezîrên darayî û berpirsên bankên navendî ji 20 welatên xwedî abûriyên herî mezin li cîhanê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê civiyan. Ev civîn jî destpêka Kombûna G20 e ku mebesta wê duristkirina kar e jibo baştirkirina geşepêdana abûrî.

Welatên beşdar di civînê de dê pêgiriya xwe ku sala bûrî li ser lihev kirine tekez kirin da ku abûriya cîhanî bi rêjeya du ji sedî heta sala 2018 bilind bikin.

Ewê kombûn heta Sêşemê berdewam bike.

XS
SM
MD
LG