Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Coteteqînek li Bexdayê bi Kêmî 16 Kesan Dikuje


Taxên Kazimiya û Huseyniya li ser nexşeya Bexdayê.
Taxên Kazimiya û Huseyniya li ser nexşeya Bexdayê.

Di encama coteteqînekê de li nav û derdora Bexdaya paytexta Îraqê, bi kêmî 16 roja Duşemê hatin kuştin, li gorî polîs ragihand.

Êrîşa yekê li taxa Kazimiya ya Bexdayê çê bû û tê de bi kêmî 14 kes hatin kuştin û 30 birîndar bûn. Kazimiya wekî devereke pîroz li cem Misilmanên Şîa tê dîtin.

Ti kesî berpirsiya êrîşê demûdest nexistiye stûyê xwe, lê teqînên ji vî rengî karê mîlîtanên Sunnî ne ku hergav Şîa dikin armanc.

Êrîşa duyê li devera Huseyniya ya bakurê Bexdayê pêk hate. Di wê êrîşê de jî bi kêmî 2 kes hatin kuştin.

Ev herdu êrîşên kujer hatin, piştî zincîreke teqînan roja Yekşemê ku di encama wan de bi kêmî 37 kes li Bexdayê hatin kuştin. Teqînên Yekşemê çend demjimêran piştî dawîhatina qedexeya çûnûhatinê li Bexdayê pêk hatin. Ew qedexe deh salan dirêj kiribû.

XS
SM
MD
LG