Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Brîtanya û Fransa Balyozxaneyên Xwe li Yemenê Digirin


Xwepêşandanên dijî Houthi li Yemenê
Xwepêşandanên dijî Houthi li Yemenê

Amerîka, Brîtanya û Fransa ragihand ew balyozxaneyên xwe yên li Yemenê dadixin, jiber şertên ku ber bi xirabûnê ve diçin.

Wezareta Derve ya Amerîka derengîya Sêşemê dîyar kir ku karmendên balyozxanê ji dervayê paytaxt Sana hatin veguhastin.

Brîtanya jî îro Çarşemê da zanîn ku karmendên wê yên dîplomatîk ji wî welatî hatin kişandin.

Li ber e, Fransa jî balyozxaneya xwe ya li Yemenê roja Înê bigire.

Amerîka û Fransa şîretan li hemwelatîyên xwe dikin ku nerin Yemenê û bang li wan kesên ku li Yemenê ne, dikin û demûdest ji wî welatî derkevin.

Yemen ji çend mehan vir ve di nav krîzeke sîyasî de ye.

Meha çûyî serhildayên Houthi yên Şîa êrîşî xanîyê Serok Abd Rabbuh Mansour Hadi kiribûn û serok jî hember wê yekê, dest ji karê xwe berdabû.

XS
SM
MD
LG