Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro Înê got ku Serokê Sûrî Beşar Esad beşeke çareserîya kêşeya wî welatî ye.
Di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de rojnamevan Husên R. Omar gotinên de Mistura şîrove dike.
Omar dibêje, jiber hebûna xeterîya Dewleta Îslamî hêzên mezin helwesta xwe ya hember Esad nerm dikin.
"Eger Esad bimîne jî tenê dikare li ser beşekê Sûrîyê desthilata xwe cîh bike, wek berê nikare serokatîya hemî Sûrîyê bike."