Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandinên Nû li Behreynê Derdikevin


Xwepêşander li Behreynê daketin kolanan jibo pîrozkirina salvegera çaremîn ya serhildana 2011 ku banga reformê li welêt dikir.

Ji sala 2011 ve, xwepêşandinên opozisyona piranî Şîa li Behreynê berdewam dikin. Xwepêşandina sala 2011ê li Behreynê destpê kir, li dema pêlên tevgerên din yên demoktrasîxwaz li welatên Ereb.

Xwepêşanderên Behreynê daxwaza reformên demoktratîk dikin û dawî li siyasetên desthilatdariya rêberên Sunnî yên welêt werin, wekî ku ew dibêjin.

Behreyn hevalbendeke girîng ya Amerîka ye û beşek e ji koalisyona navneteweyî ya li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş).

XS
SM
MD
LG