Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newaf Reşîd Civînên Lêvegera Siyasî li Qamişlo Dinirxîne


Newaf Reşîd.
Newaf Reşîd.

Di nav çend rojên dawî de herdu grûpên siyasî yên sereke li Kurdistana Sûriyê (TEV-DEM û ENKS) civînên xwe yên lêvegera siyasî li bajarê Qamişloyê pêk anîn.

Di encama van civînan de, xalên Rêkeftina Duhokê ku herdu aliyan meha Oktobera bûrî li ser li hev kiribûn, gotûbêj kirin.

Lê li hinek alî dibêjin, hîn gelek astengî li pêş herdu grûpan hene ku pêdivî çareseriyê ne.

Newaf Reşîd, nûnerê ENKS li Kurdistana Îraqê ji Dengê Amerîka re dibêje, sedema mana wan cudahiyan ew e ku TEV-DEM naxwaze hinek xalên Rêkeftina Duhokê bicî bîne.

Birêz Reşîd dide zanîn ku lidarketina civînên Lêvegera Siyasî bi vî şêweyî tiştekî baş e, lê pêwîst e hemû alî pêgiriyê bi xalên Rêkeftina Duhokê bikin.

Hevpeyvîn bi Newaf Reşîd re
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:40 0:00


XS
SM
MD
LG