Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Girtina Ocalan bi Xwepêşandinan Hate Nîşandan


Amed.
Amed.

16’emîn salvegera girtina rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, li bajar û navçeyên Kurdan bi xwepêşandanan hate şermezar kirin.

Li Amedê jî jibo rojê bi hezaran kes li ber avahiya DBPê kom bûn û heta qada stasyonê meşiyan.

Di axaftinan da girtin û zindankirina Ocalan weke komploya navnetewî hate binav kirin û hate gotin, "ev komlpo êrîşeke stratejîk e li hember hebûna gelên Kurdîstan û Mezopotamyayê ye."

Hevserokê Partiya Herêmên Demokartîk (DBP) yê Amedê Alî Elî Şîmşek jî îfade kir bi komploya navnetewî hat xwestin ku gelê Kurd û Tirk bihev bidin qirkirin û kaoseke mezin derxin holê. Lê berxwedan Abdullah Ocalan ya 16 salan li girava Îmarliyê ev komplo û êrîş pûç derxist, birêz Şîmşek got.

Berdevka Platforma Azadiya Abdullah Ocalan, Zubeyde Teker jî da zanîn, jibo azadkirina Abdullah kempeyna îmzeyê hatibû destpêkirin ku di encamê de heta nuha 10 milyon û 328 hezar û 633 îmze hatine komkirin. Zêdeyî sê milyon îmze jî li welatên Ewrupayê hatine komkirin.

Çend xwepêşander jî li ser girîngiya rojê hizir û nêrînên xwe ji Dengê Amerîkayê re parve kirin.

Salvgera 16emîn ya girtina Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:28 0:00

XS
SM
MD
LG