Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Serjêkirina Quptiyan, Artêşên Misir û Lîbya Êrîşî Daîş Dikin


Serokê Misirê Ebdulfetah el Sîsî.
Serokê Misirê Ebdulfetah el Sîsî.

Firokên şer yên Misir û Lîbyayê dest bi êrîşên xwe yên asmanî li dijî armancên terorîstên Dewleta Îslamî (Daîş) li rojhilatê Lîbyayê destpê kirin, piştî ku mîlîtanan 21 Quptiyên Krîstiyan serjê kirin.

Êrîşên li ser armancên Daîş li bajarê Derna destpê kirin, çend demjimêran piştî ku Daîş vîdyoyek belav kirin tê de serjêkirina Misiriyên Krîstiyan nîşan didin.

Serokê Misirê Ebdulfetah el Sîsî di gotareke televizyonî de soz da ku bersiva vî "karê terorîstî" bide.

El Sîsî got, "Misir mafê tolhildanê diparêze û dê bi şêwe û dema guncav bersivê bide wan tawankar û gunehkarên ku yekcar mirovahiyê nas nakin."

Di daxuyaniyekê de derengî Yekşemê, Berdevkê Koçka Spî Josh Earnest kuştina wan Quptiyên Misirî şermezar kir û got ku "hovîtiya Daîş ti sînoran nas nake."

XS
SM
MD
LG