Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Denmarkê Du Bergumanên Din Girêdayî Êrîşên Kopenhagenê Digire


Polîsên Denmarkî dibêjin, wan du bergumanên din girtine ku dibe alîkariya çekdarekî kiribin, ewê çekdarê ku roja Şemiyê du kes li Kopenhagenê kuşt.

Polîs îro Duşemê got, guman heye herdu kes alîkarî dabin çekdarê 22 salî yê ku teqe li kombûnekê li ser derbirîna azad kiribû û herwiha êrîş biribû ser Kenîseya Cihûyan ya sereke li Kopenhagen.

Serokwezîra Denmarkê Helle Thorning-Schmidt herdu bûyer wekî karên terorîstî li dijî Denmarkê binav kir.

Çekdarê 22 ji aliyê polîs ve roja Yekşemê hate kuştin, piştî ku wî teqe li efserên polîs li nêzîk stasyoneke trênê kiribû. Li gorî polîs, tundûtûjî û tawanên bikaranîna çekan di nav rekorda êrîşbir de hebûn.

Serekê dezgeha zanyariyên Denmarkî Jens Madsen got, vekoler bawer dikin yê çekdar bi radîkalên Misilman ve hatibû bandor kirin.

XS
SM
MD
LG