Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê li ser Tevgera Şêx Seîd Panelek Birêve Çû


Beşek ji panelê.
Beşek ji panelê.

Di salvegera 90’emîn ya Serhildana Şêx Sêîd de, li Stenbolê bi navê ‘Tevger û Serhildana Şêx Seîd ya 1925’an’ panelek hate sazkirin.

Panela ku di çarçoveya hefteya bîranîna Tevgera Şêx Seîd de roja Yekşemê hate lidarxistin, li salona Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ji aliyê Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz ve hate birêvebirin.

Berpirsê Kovar û Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevîk, ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir, ji Tevgera Azadî Xelîl Îbrahîm Sofuoglu û ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Alî Fikrî Işık di panelê de gotar pêşkeş kirin.

Li panelê li ser dîrok, serpêhatî, bîranîn û çawaniya serhildana Şêx Seîd nirxandin hatin kirin ku bi ji aliyê beşdaran ve ji bilî rengê olî, Kurdistanîbûna hereketa Şêx Sêîd hate bibîrxistin.

Xelîl Îbrahîm Sofuoğlu di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li dîrokê û got, “Divê Kurd bi tiştên biçûk nexapin.”

Suleyman Çevîk, agahiyên dîrokê yên li ser serpêhatî û çawaniya Serhildana Şêx Seîd bi beşdaran re parve kirin.

“Jiber ku li Diyarbekirê piştgirî jibo leşkerên Şêx Seîd nehate dayîn, neçar ma ji wir vekişe ku ev jî sedema şikestinê bû.”

Nûnerê PAK’ê Alî Fikrî Işik li ser bingeha Kurdistanîbûnê û sosyolojiya bizava Şêx Seîd rawestiya ku wî jî bal kişand ser herêmîbûna bizava Şêx Seîd.

Nûnerê HAKPAR’ê Latîf Epozdemîr di gotara xwe de, hebûna pênc eniyên şerê bizava Şêx Seîd wek nîşaneya Kurdistanîbûna wê nirxand.

“Serhildana Şêx Seîd her çiqas xwedî bingeheke olî be jî rengê wê yê netewî heye û rewşenbîrên doza Kurd dikirin jî tê de beşdar bûne.”

Panel li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG