Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Hejmara Qurbanîyan li Afganistanê % 25 Pirtir Bûye


Fotoyeke arşîvê ji peqîneke li Afganistanê
Fotoyeke arşîvê ji peqîneke li Afganistanê

Raporteke Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku hejmara sîvîlên kuştî jiber tundîya heyî li Afganistanê 25 ji sedê pirtir bûye.

Raporta Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) got, di şerê berdewam de 3,699 sîvîl hatin kuştin ku piranîya wan jin û zarok bûn.

Heman raportê da zanîn ku 6,849 kesên din jî di tundîyê de hatin birîndar kirin.

Raporta UN pirbûna qurbanîyan bi zêdebûna şerê erdî û karanîna roket, top û narîncokan li deverên şenîbar ve girê dide.

Raport herwiha lêzêde dike ku êrîşên xwekujî û bombeyên nav otomobîlan de barkirî jî bûne sedem ku hejmara kuştî û bîrîndaran zêdetir be.

XS
SM
MD
LG