Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna Cudaxwazan Şermezar Dike ku Debaltseve Xistin Bin Kontrola Xwe


Serokê Ukrayna Petro Poroshenko dibêje, bi destavêtina ser bajarê Debaltseve, cudaxwazên alîgirên Rûsya agirbesta navnetewî pûç kirine.

Poroshenko daxwaz ji civata navnetewî dike ku hember îhtîmala zêdegavîyên nû garantî bide wan.

Ofîsa Serokê Ukrayna ragihand ku Poroshenko ew şîroveyên xwe îro Pêncşemê di axaftina xwe ya telefonî de, ligel rêberên Rûsya, Almanya û Fransa kirine.

Birêz Poroshenko bang li cudaxwazên ser bi Rûsya kir ku hemî leşkerên Ukraynî azad bikin ku do hatibûn dîl girtin.

Kîyev do Çarşemê ferman dabû hêzên xwe ku bajarê Debaltseve biterkînin, piştî ku hate ragihandin bi sedan leşkerên Ukraynî ji alîyê serhildayan ve hatibûn girtin.

Serhildayan ala xwe li navendeke stratejîk ya rêya trenê bilind kiribûn ku Debaltseve ligel bajarên Luhansk û Donetsk girê dida ku di bin kontrola cuxwazan de ne.

XS
SM
MD
LG