Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nimet Dawid Ser Lêvegera Sîyasî Agahîyan Dide


Kombûna Lêvegera Sîyasî li Qamişlo
Kombûna Lêvegera Sîyasî li Qamişlo

Cîgirê Serokê ENKS û Sekreterê Partîya Wekhêvî Nimet Dawid ji Dengê Amarîka re behsa helwesta ENKS derbarê du mijarên serekî yên Lêvegera Sîyasî dike.

Di warê şêweyê bêşdarîya ENKS di rêvebirîya Rojava de, Dawid dibêje, sê pêşnîyarên wan li ser şeweyê rêvebirîya xweser li Rojavayê Kurdistanê heye û ewê li gel hevalên xwe yên lêvegerê niqaş bikin.

Hin çavdêrên sîyasî tînin ziman ku mijarê leşkerî ezmûna serkeftina lêvegera sîyasî ye. Eger lêveger bikaribe vê babetê çareser bike, wê bi ser bikeve.

Di alîyê din de, pirs ew e ku gelo lêvegera sîyasî mijara leşkerî bi kê re gotûbêj bike?

Dawid nêrîn û pêşnîyarên ENKS di vî warî de wiha şîrove dike:

"Wê komîteya leşkerî bi YPG re gotûbêj bike. Di warê leşkerî de du nêrînên ENKS hene: yan ENKS hêza xwe ya leşkerî ava bike, yan jî hêzeke netewî were ava kirin û YPG li gorî wê, xwe biguhere."

ZO_2_20_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG