Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Amerîka li Başûrê Afganistanê


Wezîrê Berevaniya Amerîkî yê nû Ashton Carter îro Yekşemê berê xwe da başûrî Afganistanê da ku li wan planan vegere, ewên girêdayî vekêşana hêzên Amerîkî ji Afganistanê di nav du salan de.

Di roja duwem de ji vê serdanê li Afganistan, birêz Carter ji Kabula paytext berê xwe da Qendehar. Li Kabulê, wî jimareke hevdîtin roja Şemiyê ligel rêberên Afganî û komandarên leşkerî yên Amerîkî pêk anî bû.

Li Qendeharê, birêz Carter dê agahiyan ji komandarên Afganî û Amerîkî li ser pêşketina rahênana hêzên ewlekariya Afganî wergire.

Carter got, Amerîka hûrgiliyên stratejiya xwe ya dijî terorê li Afganistanê jinûve dide ber çavan. Dibe ku yek ji xalên ku werin gotûbêjkirin kêmkirina vekêşana hêzên Amerîkî ji wî welatî. Erkê hêzên Amerîkî li Afganistanê nema şer e, lê belê erkê wan bûye rahênana hêzên Afganî da ku berpirsiya şerê li dijî Talîbanê bavêjin ser milê xwe.

Wezîrê Berevaniya Amerîka ji rojnamevanan re got, ev mijar dê li nav acendeyê be dema ku Serokê Afganî Eşref Xenî meha bê serdana Washingtonê bike.

Hêjayî gotinê ye, dora 10 hezar leşkerên Amerîkî li Afganistanê hene.

XS
SM
MD
LG