Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Roja Zimanê Dayikê Hate Pîroz Kirin


Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî 21’ê Sibatê li bajarên Kurdan û Tirkiyê bi daxuyanî û xwepêşandanan hate pêşwazî kirin.

Li Stenbolê jî bi mebesta pîrozkirin û balkişandina ser astengiyên li peşiya perwerdehiya zimanê zikmakî, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî 21’ê Sibatê xwepêşandanek hate li dar xistin.

Di xwepêşandana ku nivîsên bi Kurmancî, Zazakî û zimanên din yên ku li Tirkiyê têne bikaranîn hatin hilgirtin, daxwaza rakirina astengiyên li ber perwerdehî û fêrkirina wan zimanan hate kirin.

Rêvebirê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Alî Arslan di daxuyaniya hevpar de bal kişand ser qedexe û astengiyên berdewam yên li ser mafê perwerdehiya ziman.

“Li Tirkiyê ji xeynî Tirkî ji 34 zimanên têne bikaranîn 18 jê bi xeteriya tunebûnê re rûbirû ne.”

Mamosteyê Kurdî Firat Sayan ji Dengê Amerîka re dibêje, “Tirkiye hê jî mafê perwerdehiya zimanê Kurdî taloq dike û bi sedan mamosteyên Kurdî niha nikarin dest bi karê xwe bikin.”

Namzeda Mamostetiya Kurdî Munever Aslan jî boçûna xwe li ser Roja Zimanê Dayikê anî ziman û bi bîr xist, “Divê ne tenê rojekê Kurd li her demên xwe xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Çalakiya pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê ya li Stenbolê bi stranên Hunermend Genim û dîlanê berdewam kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG