Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbatên Keçên Brîtanî ku Çûne Sûriyê, Banga Vegera Wan Dikin


U.S. To Send Ambassador To Syria

Malbatên sê keçên Brîtanî ku tê bawer kirin çûne Sûriyê da ku tevlî Dewleta Îslamî (Daîş) bibin, banguyaniyeke vekirî derxistin, tê de bang li wan kirin ku vegerin malên xwe. Ev yek di demekê de hat ku polîs li Tirkiyê her li wan digerin.

Her sê keç ku temenê wan di navbera 15 û 16 salî de ne, roja Pêncşema bûrî ji malên xwe winda bûn. Desthilatdar dibêjin ew bi firokeyekê çûne Tirkiyê.

Rexne li desthilatdarên Brîtanî tê kirin, piştî derkete holê ku yek ji her sê keçan, bi navê Shamima Begum peywendiyek li ser înternetê ligel keçeke din ya Brîtanî hebû. Eva dawî ji mêj ve çûye Sûriyê da ku bibe “bûkeke cîhadî”.

Scotland Yard anku polîsê Brîtanî îro Duşemê got ku efserên wê ji nêzîkahî ve bi desthilatdarên Tirk re li ser vê dozê vekolînên xwe dikin.

XS
SM
MD
LG