Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yûnanistan Reformên Nû jibo Dirêjkirina Kefaletê Amade Dike


Serokwezîrê Yûnanistanê Alexis Tsipras.
Serokwezîrê Yûnanistanê Alexis Tsipras.

Karbidestên Yûnanistanê amadekariyên dawî dikin jibo pêşkêşkirina bernivîsa reforma abûrî ku biryar e îro Duşemê bidin qerzdarên xwe yên Ewropayî, wekî beşek ji peymana dirêjkirina kefaleta alîkariya Yûnanistanê heta çar mehên din.

Wezîrên darayî li Ewropayê roja Îniyê heta Duşemê dane Yûnanistan da ku bernivîsên nû amade bikin, jibo qerzdarên welêt qayîl bibin ku çar mehên din ji wan re were dirêjkirin.

Armanca van bernivîsan ew e ku abûriya sist ya Yûnanistanê vejîne û xerciyên hikûmetê kêm bike. Li hember wê yekê, ewê dora 300 milyon dolar wekî qerz jibo Yûnanistan were nû kirin.

Wezîrê Dewletê li hikûmeta nû ya çepgir, Nikos Pappas do Yekşemê got ku karbidest li ser wê yekê kar dikin ku xizmeta medenî ya hikûmetê bêtir karîger bibe da ku binpêkirinên bacê werin rawestandin.

XS
SM
MD
LG