Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Daîş 90 Welatiyên Aşûrî li Sûriyê Direvînin


Çalakvanan îro Sêşemê ragihand ku mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) bi kêmî 90 kes ji gundên Aşûrî li bakur rojhilatê Sûriyê revandine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku terorîstên Daîş ev kesên Aşûrî li gundê Tel Şamîran û hinek gundên din yên parêzgeha Hesekê revandine.

Revandina Aşûriyan piştî şerekî roja Duşemê di navbera şervanên Kurd û mîlîtanên Daîşê de pêk hat. Kurdan êrîşek li dijî Daîşê li herêmekê nêzîkî sînorê Îraqê roja Yekşemê destpê kirine.

Ev operasyon bi alîkariya êrîşên asmanî yên koalisyona navneteweyî li dijî Daîş pêk hatiye.

Artêşa Amerîkî got ku 11 êrîşên asmanî roja Yekşemê li armancên Daîş li parêzgeha Hesekê dane.

XS
SM
MD
LG