Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dixwaze DAIŞ Krîstîyanên Revandî li Sûrîyê Azad Bike


Amerîka daxwaz dike ku mîlîtanên Dewleta Îslamî pirtir jî 90 Krîstîyanên Asurî azad bike ku ji alîyê wê komê ve li bakurê rojhilata Sûrîyê hatibûn revandin.

Berdevka Wezareta Derve Jen Psaki êrîşên Dewleta Îslamî şermezar kir û xwest ku sîvîlên dîlgirtî bêne berdan.

Xanim Psaki got, armanc kirina kêmanîyên olî rûyê hov û reftereta nemirovane ya DAIŞ nîşan dide.

Psaki bal kişand ku Amerîka bi berdewamî pêgîr e ku çareserîyeke sîyasî ji kêşeya Sûrî rê bê dîtin ku heta niha bû sedema mirina pirtir jî 200,000 kesan.

XS
SM
MD
LG