Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Nasir Ser Şervanê YPG yê Australî Ashey Johnston Diaxife


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Dr. Nasir Hecî Mensur, Berdevkê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê kuştina şervanê YPG yê Australî Ashley Johnston ku wek Bagok Serhed dihate nasîn, şîrove dike û hêstên xwe ligel guhdarên me parve dike.

Birêz Mensur dibêje, gelê Rojava bi şehîdbûna Bagok pir êşîye, jiber ku wî di demeke kin de xwe de peywendîyên xurt afirandin û xwe da hez kirin.

"Min du car ew dîtibû û pê re axifîbûm. Mirovkekî rûken û bêtirs bû. Berxwedana YPG li Kobanê bandoreke mezin li ser wî hiştibû. Wî DAIŞ ji hemî cîhanê re wek xetereke mezin qebûl dikir."

Mensur dibêje, YPG nedixwest Bagok û şervanên din yên bîyanî di enîya şer de cîh bigirin jiber ku nedixwest tiştên xirab werin serê wan.

""Heval Bagok pir dixwest tev li şerê dijî DAIŞê bibe. Piştî israra wî ya gelek caran, YPG di dawîyê de hêşt ku ew here enîya şer. Bagok şehîdê Kurdistanê û hemî mirovahî ye û eger malbata wî qayil be ewê oxirkirineke hêja ji wî re bikin."

Dr. Nasir herwiha li ser rewşa şer jî agahîyên girîng dide û dîyar dike ku pêşveçûna YPG li pir deveran didome û gelek kuştîyên DAIŞ çêbûne.

Nasir_Hacimansur_2_27_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:31 0:00

XS
SM
MD
LG