Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekem Geşta Asmanî ya Îranê Digihêje Paytexta Yemenê


Firokxaneya Sena ya navneteweyî.
Firokxaneya Sena ya navneteweyî.

Yekem geşta asmanî ji Îranê bo paytexta Yemen ya li jêr kontrola serhildêran destpê kir, li vê dema ku serhildêrên Şîa peywendiyên xwe bi Tehranê re dikin fermî.

Firokxaneya Yemenê, karbidestên ewlekarî û çûnûhatinê îro Yekşemê bixêrhatina firokeya Îranî kirin, ku tê de jimareke karmendên alîkariyê yên Îranê ji Heyva Sor ya Îranî hebûn.

Serhildêrên Şîa ku bi navê Houthî tên nasîn, roja Şemiyê rêkeftinek ligel desthilatdarên Îranê îmze kirin. Di encama vê rêkeftinê de, ewê 14 geştên asmanî yên rasterast her hefteyê di navbera herdu welatan de herin û bên.

Serhildêrên ku Êlûna bûrî destê xwe danîn ser Senaya paytext, tê bawerkirin ku piştgirtinê ji Îranê werdigirin. Serokê Yemenî Ebid Rebo Mensûr Hadî reviya bajarê Eden yê başûrê Yemenê. Ew dibêje, hîn ew serokê destûrî yê welêt e.

XS
SM
MD
LG