Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Şîa yê Afganî li Sûrîyê Hat Kuştin


Dîmenek ji wêranîya li Sûrîyê
Dîmenek ji wêranîya li Sûrîyê

Li gor AP, bizavkar û medya Îranî radigihînin ku qumandarekî Şîa yê Afganî li Sûrîyê jate kuştin.

Malpera konservatîf ya Îranî, rajanews.com dibêje, Alî Riza Tavasoli, ku pêşengîya Lîwa Fatimiyun dikir, roja Şemîyê li başûrê paytaxt Şam hate kuştin.

Malperê got, Tavasoli kesekî nêzîkî Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Qudus ya Pasdaran e.

Bizavkarê Sûrî Ahmed el-Masalmeh ku li Daraa ye, îro Çarşemê got ku Tavasoli û şervanên din li Girên Golan ya stratejîk hatin kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye, şervanên Şîa bi awayekî berfireh li kelêka Serokê Sûrî Beşar Esad şer dikin.

XS
SM
MD
LG