Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Sûrî Bombeyeke Mezin li Helebê Dipeqînin


Çekdarên Sûrî vê hefteyê bombeyeke mezin peqandin di tonêlekê de li bin bingeheka agahdariyê li rojavayê parêzega Heleb ya bakurê Sûriyê. Peqîn zor bihêz bû ta radeya ku șarezayên zemînê yên Ewropî wekû erdhejeke biçûk tomar kirin.

Peqîna roja Çarșemê encama êrîșeke Kwalîsyona gurûpên serhildêr bû li ser bingeha agahdariya hêza esmanî ya Sûrî ku dawiyê ew hat vegerandin ji aliyê hêzên hikûmeta Sûrî ve bi piștgiriya mîlîtanên Șîa ku șervanên rêxistina Hizbûlah a Libnanî jî di nav wan de ne. Peqîn renge hatibe bihîstin li seranserî bajêr li gor xelkê sivîl yê Helebê ku bi riya Skypê pêwendî bi wan re bûn.

Cavdêriya Sûrî ya mafê mirov, ku ew gurûpeka çavdêriyê ye pala xwe dide ser torekê ji çalakvanan, dibêje bi kêmanî 10 endamên hêzên parastinê û 14 çekdar hatibûn kuștin û got jimar hîn jî bilind dibû.

Artêșa Sûrî di daxuyaniyekê de ragihand ku wan hewildaneka terorîstan vegerandin ji bo derbasbûna nav avahiya agahdariya hêza esmanî li Helebê.

Ji aliyê xwe ve, Cebhet el-Nusra ya girêdayî bi el-Qaîde ve, di daxuyaniyekê de li ser medya civakî, berpirsiyariya xwe ya hevbeș bo vê êrîșê ragihand.

XS
SM
MD
LG