Ji ber şer û pevçûnên tûndrê li Sûriyê hemû nirx û prensîpên mafên mirov ji aliyê çekdaran ve tên binpêkirin.
Aliyên şer rêzgirtin ji nirxên mirovantiyê re nehiştine û xelkên sivîl kirine qurbaniyên berjewendî û nakokiyên xwe.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de bi parêzerê Kurd M. Eşerf Sîno re, ku li bajarokê Dirbêsiyê dimîne û endamê desteya bawermendên Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirov (DAD) e, rewşa giştî ya mafên mirov li Sûriyê dinirxîne û nêrîna xwe li ser krîza Sûriyê nîşan dide.
Birêz Sîno dibêje, Sûriyê ji asta şerê navxweyî derketiye û bûye navendeke ji nakokiyên herêmî û berjewendiyên navnetewî re.