Piştî rizgarîkirina Kobaniyê ji nav destên çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş), veger û avakirina bajêr dest pê kiriye, lê ev yek di bin şert û mercên zor û dijwar de pêk tê.
Çalakvan dibêjin ku ti alîkariyên berçav ji gel û saziyên bajêr re nehatine pêşkêşkirin.
Dr. Mihemed Arif Alî bijîşkekî Kurd e ku Kobaniyê di dema şer û pevçûnan de jî bernedabû. Ew nuha jî kar û xebata xwe dike ji bo alîkariya nexweş û birîndarên herêmê bike.
Dr. Alî ji Dengê Amerîka re li ser astengî û zor û zehmetiyên rewşa tenduristiyê li Kobaniyê dipeyive. Ew herwiha behsa wê yekê dike ku çawa dikare bi hevalên xwe re bi alavên kêm û sivik guhdanê bide kes û xelkên wê deverê.