Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry, Carter û Dempsey li Kongresê Bersîva Qanûndanêran Dan


Wezîrê Berevanî Ashton Carter
Wezîrê Berevanî Ashton Carter

Çend endamên girîng yên rêvebirîya Obama, îro Çarşamê li pêş komîteyeke Civata Senatoran axifîn û bersîva pirsên qanûndanêran yên ser karaîna hêzên leşkerî li dijî Dewleta Îslamî dan.

Serok Obama meha borî pêşnîyarek kiribû ku destûra karanîna hêz leşkerî bo sê salan kiribû ku bi karîgerî şerî DAIŞ bike.

Wezîrê Berevanî Ashton Carter, Wezîrê Derve John Kerry û Serokê Hêzên Hevbeş General Martin Dempsey derketin pêş Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran û nêrîna xwe li ser daxwaza Serok Obama parve kirin.

Hazirbûna wan sê kesên girîng beşeke ji prosesa dirêj ya destûrdayînê ye û divê hem Civata Senatoran, hem jî Civata Nûneran pêşnîyara heyî qebûl bike.

XS
SM
MD
LG