Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Şaredarîyan Dar Dikevin û ENKS Hebûna Xwe di Lêvegerê de Radiwestîne


Hilbijartinên bajarvanî li Rojava
Hilbijartinên bajarvanî li Rojava

Di sibeha îro Înê de yekemîn hilbijartinên şaredarîyan li Rojava pêk tên ku ji alîyê rêvebirîya xweser de hatibû ragihandin.

Mixabin mîna her mijareke sîyasî, ew hilbijartin jî bû warê nakokoyê di navbera her du baskên sîyasî li Rojava, TEV-DEM û ENKS de.

Hevserokê TEV-DEM birêz Aldar Xelîl ji Dengê Amarîka re bersiva pirsa ENKS ragihand.

“Me daxwaza ENKS di paşxistina hilbijartina 2 mehan erê kir, lê bi mercê ku ENKS piştî 2 mehan pêşdarî hilbijartinan bibe. Lê, wan ev piştrast nekir jiber wê jî hilbijratin di dema xwe de tên li darxisitin.

ENKS ragihand ku divabe ev hilbijartin werin rawistandin û ne tenê li ber vê helwestê rawestîya. Piştî civîneke awerte di êvara hibijartinan de ew endamtîya xwe di nav Lêvegera Sîyasî de rawestand.

Endamê Lêvegera Sîyasî ji alîyê Partîya Aştî û Demokrasîyê birêz Telal Mihemed ji Dengê Amerîka re got ew bi hêvî ne ku ENKS ji biryara xwe vekişe û lêveger neyê rawestandin.

ZO_3_13_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG