Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Brennan dibêje Daiș xurte lê tê Șikandin


Serokê acansa agahdariya navendî ya Amerîka dibêje Daiș baș çekdarkî û maldar e lê ew ne gurûpke ku nayê șikandin.

John Brennan roja înê gote civata pêwendiyê derve li New York ku çekdar gefa êrîșan li ser Ameraka disepînin.

Rêzdar Brennan got ev gurûp ne tenê gefê li ser Sûriyê û Îraqê, belê li ser herêmê bi berferhî û li derveyî wê jî disepîne. Ev dê șerekî dem dirêj be, li gor wî û Daiș di roj û șevekê de têk naçe.

Lê rêzdar Brennan got êrîșn koalisyonê hêza Daiș sivik kirin û nișanên rijdî hene ku ew bi șûn ve diçin.

Di heman demê de li Îraqê hêzên Hikûmetê êrîș dikin ji bo vegerandina Tikrit ji bin destê Daiș a ku roj bi roj têk diçe.

XS
SM
MD
LG