Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guftûgoyên Amerîka û Kûba berdewam in


Havana, Cuba

Di çarçoweya piroseya nûxurtkirina pêwendiyên dîblomasî di navbera herdû welatan de, berpirsên Amerîka û Kûba dê roja dușemê dest bi gera sêyem a guftûgoyan bikin li paytexta Kûba Havana.

Mezina tîmê guftûgoyan a Kûbî Josefina Vidal got biryara rakirina Kûba ji lîsta piștgirên Terorîsmê ew ne pêș merc e ji bo avakirina pêwendiyan, lê ew biryar tiștekî girîne û pir girîng e, ew li gor Vidal xema yekem e ji bo welatê Kûba.

Axaftina rêzdar Vidal hat di dawiya gera duyem a guftûgoyan de, du hefteya berê li Washington. Piștî kombûnê alîkara wezîrê derve yê Amerîka ku serkirdayetiya tîma Amerîka ya van guftûgoyan dike rêzdar Roberta Jackson got ew hevîdar bûn li ser pêșketinên bûyî ava bikin û ber bi vekirina balyozxaneyên herdû welatan de gavan bavêjin.

XS
SM
MD
LG