Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Jimareke Bêhtir Ji Leşkeran Li Afghanistanê Bihêle


Berpirsên Amerîka dibêjin rêveberiya Obama dev berdide ji pilanên kêmkirina jimara hêzên leșkerî yên Amerîka li Afghanistan bo 5,500 leşker berî dawiya salê. Ev yek tê di bin fișara serkirdeyên leșkerî de ku dixwazin jimareke leșkeran a bêhtir li wir bihêlin.

Di dema ku hîn çi biryarê dawî li dor jimara wan nehatiye dayîn, berpisan got rêveberî xwe amade dike ji bo girankirina piroseyên vekișandinê û ev yek dê bihêle ku 9,800 leșkerên Amerîkî li wir bimînin da sala bê.

Tê zanîn ku niha derdora 2,000 leșkerên Amerîkî li wir erkên dijî terorê dikin û serkirdeyên leșkerî dibêjin wan pêwîstî bi berdewamiya șopandina bermayên el-Qaide heye ji bo binçavkirina çekdarên Daiș ku hewil didin alîgrian ji xwe re çêkin li Afghanistanê.

Berpirs dibêjin Serok Barack Obama renge serdana serokê Afghanistanê Așref Ghani bo Washington bi kar bîne ji bo ragihandina biryara xwe ya nûh di derbarê dema dawiya vekișandinê hêzan ji Afghanistanê.

XS
SM
MD
LG