Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî Dibêjin Hêzên Sûrî bi Gaza Chlorîne Êrîş Kire ser Bajarekî li Bakur


Bizavkarên Sûrî û endamên rikeberyê îro ragihand ku helîkopterên hikûmetê şevêdî bi gaza chlorine êrîş kire ser bajarekî li bakur û şeş kes kuştin, lê karbidestekê leşkerî ew îdia red kir.

Komela Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûrî bingeh li Brîtanya û komela Komîteyên Rêxistinê yên xwejihî got ku êrîş li ser bajarê Sarmîn li bakura rojava parêzgeha Îdlib hat kirin.

Wan got di wê êrîşê de herwiha bi dehan kes ji ber gazê tengenefes bûn.

Karbidestekê leşkerî li Dîmeşqa paytext ew îdia red kir û got ku ew êrîş karê serhildyane yên ku dixwazin rijêma Esed ji ser deshilatê bêxin.

XS
SM
MD
LG