Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Reng e Dewleta Îslamî Li Îraqê Tawanên Ceng Kiribin


Raporteke nû ya Neteweyên Yekbûyî dibêje reng e mîlîtanên Deweta Îslamî tawanên ceng û tawanên dijî mirovahîyê li Îraqê kiribin.

Raporta Neteweyên Yekbûyî ku îro Pêncşemê hate weşandin, dide zanîn ku îhtîmal e ku jenosîdek li dijî kêmanîya Êzîdî jî hatibe kirin.

Di raporta ku ji Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (U.N. Human Rights Council) hate pêşkêşkirin de, dora 100 dîdevan û mexdur qala kuştinkarî, revandina mirovan, êşkence û zêdegavîyên din dikin.

Raport bang li Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dike ku rewşa li Îraqê bîne pêş Dadgeha Tawanan ya Navnetewî.

Raport herwiha ji hikûmeta Îraqê dixwaze ku vekolînên fermî li ser îdîayên binpêkirina mafên mirovan bike.

XS
SM
MD
LG