Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Doktorên Amedê Asya Abdullah Xelat Dike


Yekîtiya Doktorên Amedê (TTB) xelata mafên mirov da Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah.

Serokatiya Yekîtiya Doktoran da zanîn ku Asya Abdullah hem li hember Daîşê di têkoşîna mirovahiyê de şer dike hem jî dest ji banga alîkariyê ji hêzên navnetewî bernedaye. Jiber van taybetiyan ew hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Hevseroka PYD bibîr xist ku li Kobaniyê şerekî pir mezin çêbû û hem weke partî hem weke kes jibo jiyaneke bihevre û azad têkoşînê dike.

Birêz Abdulla bal kişand ser xetera mayînên Daîşê ku dibin sedema kuştina bi dehan sivîlan.

Dr. Cem Terzî jî jibo hewildana dermankirina gel û nexweşên Kobaniyê û alîkariya wî ya mirovahiyê hêjayî xelatê hat dîtin. Dr. Terzî got, ew serbilind e ku ligel lehengeke hêja xelata mafên mirov distîne. Wî xelat diyarî hemû doktor û xebatkarên tenduristî yên li Kobaniyê kir.

Yekîtiya Doktorên Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:13 0:00

XS
SM
MD
LG