Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newroza 2015’an û Çend Têbiniyên Newroza Stenbolê


n Istanbul
n Istanbul

Newroza 2015’an li Tirkiyê û bajarên Kurdan li bêhtirî 100 navendên cuda, bi ahengên girseyî ku bi milyonan kesan beşdarî kir hate pîroz kirin.

Piştî Newroza Amedê ku roja Şemiyê 21’ê Adarê li dar ket û peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê hate xwendin, roja Yekşemê jî li Stenbolê ahenga mezin a duyemîn birêve çû.

Herku cejna Newrozê ji aliyê gelek miletên Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin jî jibo gelê Kurd xwedî taybetmendiyeke cuda ya dîrokî ye ku kêş û hewaya siyasî ya demê jî bandoreke mezin li ser pîrozbahiyan dike.

Ji xeynî pîrozbahiyên giştî di ahengên Newroza 2015’an yên cemawerî de ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ve hatin sazkirin de, babetên rojeva siyasî, pêvajoya aştiyê û şerê dijî terora DAIŞ’ê derketin pêş.

Mîna sala 2014’an îsal jî peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan li Newroza Amedê hate xwendin ku ew name li Stenbolê û gelek deverên din dubare hate parve kirin.

Birêz Ocalan di nameya xwe de, bi pejirandina 10 madeyên muzakereyên siyasî yên bi hikûmeta Tirkiyê re ku li 1’ê Adarê hatibû eşkerekirin dubare bangewaziya civandina kongreya PKK’ê dike û dixwaze bi van xalên muzakereyê re pêvajoya aştiyê derbasî asteke pêşdetir bibe.

Cejna Newrozê her çiqas di bin siya êrîşên rêxistina terorîstî DAIŞ’ê yên pîrozbahiyên Newroza bajarê Hesekê yê Kurdistana Sûriyê, terorkirina çend pêşmergeyên Kurdistanê yên dîl û şerê berdewam yê dijî DAIŞ’ê hatibe pêşwazîkirin jî Kurdan dîsa jî wek cejna netewî pîroz kir.

Li ahenga Newroza Stenbolê bi sed hezaran Kurdên li vî bajarî dijîn bi rengê xwe yên netewî herikin qada Kazliçeşme ku di rojeke xweş ya biharê de, bi coşeke mezin cejna xwe pêşwazî kirin.

Li meydanê bi hilgirtina alayên YPG’ê û diruşmên piştgiriya şervanên Kurd, piştevaniyeke xûrt ji berxwedan û serkeftina dijî dagirkeriya DAIŞ’ê ya li Kobaniyê, tevahiya Rojavayê Kurdistanê û Şingalê re hate nîşandan.

Herwiha li qada Newrozê ji bilî sembol û rengên Kurdî û alayên partiyan cara ewil hejmareke zêde ya alên Kurdistanê jî li meydanê dihat xuyakirin.

Li demeke ku berîya hilbijartinên 7’ê Hezîranê rojeva siyasî ya Tirkiyê germ dibe de, girseya Newrozê pêşwazîyeke germ li Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş kir.

Birêz Demirtaş di axaftina xwe de, piranî li ser babetên rojeva siyasî ya Tirkiyê rawestiya û rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê kirin.

Hevserokê HDP’ê bal kişand ser 10 madeyên muzakereyên pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve pêşkeşî hikûmeta Tirkiyê hatine kirin.

“Her çiqas ji wan 10 madeyan re û zimanê dayikê re bêjin na û nexwazin jî ew ê bi cî werin. Em ê ligel hewildanên provakosyanan jî di prosesa aştiyê de rijd bin û rê nedin reşbîniyê.”

Şahiya Newroza Stenbolê hem li meydana pîrozbahiyê hem jî li perava deryayê şahidiya gelek dîmenên rengîn kir ku her der bi rengên Kurdî hatibû xemilandin.

Bi hezaran kesên bi malbatî hatibûn pîrozbahiya cejnê, hem tevî zarokên xwe seyran kirin hem jî bi govend û dîlanan tevlî coşa girseya Newrozê bûn.

Newroza 2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG