Firokên Saudî îro Pêncşemê êrîşeke nû li hember serhildayên Houthi li Yemenê dikin, di vê demê de ku hevalbendên wê yên Kendavê û yên din hewil didin ku alîkarîya Serok Abd-Rabbu Mansour Hadi bikin.
Karbidestan ragihand ku êrîşên esmanî derengîya Çarşemê destpê kirin û bingehên leşkerî, ku di destê serhildayan de ne, dikin armanc.
Urdun, Misir û Sudan jî piştrast kir ku hêzên wan di operasyonê de cîh digirin.
Pakîstan jî dide zanîn ku ew daxwaza Erebistana Saudî ya tevlîbûna operasyonê dinirxîne.
Televîzyona al-Arabiya ragihand ku 150,000 leşkerên Saudî û 150 firok di operasyonê de beşdar dibin.