Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Em ji Dîyaloga ligel Amerîka re Vekirî ne


Serokê Sûrî Beşar Esad dibêje, ew ji dîyaloga bi Amerîka vekirî ye, lê divê ew yek li ser bingeha rêzgirtina dualî be.

Esad di hevpeyvîneke ligel CBS de bersîva şîroveyên Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry da.

Kerry gotibû ku divê dawîyê de Amerîka jibo dawîkirina şerê navxweyî ya li Sûrîyê, ligel Esad bipeyîve.

Esad got, heta niha tenê daxuyanî hene û ti guherinên berbiçav di sîyaseta Amerîka ya bo çareserkirina kêşeya Sûrî de pêk nehatiye.

“Lê, wek prensîp hemî rengên dîyalogê erênî ne û em, ligel Amerîka jî nav de, ji gavên wiha re vekirî ne.”

Esad dîyar kir ku danûstandinên rastxwe di navbera her du welatan de tuneye, piştî ku her du dewlet peywendîyên dîplomatîk sala borî cemidandibûn.

XS
SM
MD
LG