Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêr li Hindistanê Êrîşî Karwanekî Hikûmetê Dikin


Karbidestekî li Hindistanê ragihand, di encama êrîşeke mîlîtanan de li ser karwanê qanûndaneran li bakur rojhilatê welêt, sê polîs hatin kuştin û şeş yên din birîndar bûn.

Karbidestekî xwecihî yê polîs got, êrîşa îro Şemiyê li stana Mizoram ya li ser sînorê stana Manipur pêk hat.

Karbidestî got, mîlîtanên rêxistina Gelê Hmar ya ku li Manipur dimînin, bi çekên otomatîk êrîş birin ser karwanê hikûmetê.

Tevî teqelêdana li ser trimbêlê, qanûndaneran dikarîbû bê ziyan ji bûyerê derkevin.

Hmar gelekî êlî ye ku li Manipur û Mizoram dijînin. Rêxistina serhildêr jî daxwaza herêmeke serbixwe li Mizoram dike.

XS
SM
MD
LG