Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nusra Piraniya Îdlibê Kontrol Dike


Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin, rêxistina Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve, beşên mezin ji bajarê Îdlib yê bakur rojavayê Sûriyê ji dest hêzên hikûmetê derxistiye.

Çalakvanan got, pêşketinên Nusra hatin kirin piştî şerekî giran îro Şemiyê. Mîlîtanên Nusra ketibûn hinek taxên derdora navenda bajêr.

Cebhet el Nusra êrîşeke berfireh jibo kontrolkirina Îdlibê birêve dibe ku destpêka vê hefteyê destpê kir. Eger bajêr kete dest Nusra, ewê bibe duwem paytexta parêzgehekê li Sûriyê ku ji destê hêzên Serok Beşar Esed derdikeve.

Karbidestekî leşkerî yê Sûrî got, hêzên artêşê şerên giran li dijî komên çekdar yên terorîst birêve dibin jibo vegerandina kontrola bajarê Îdlibê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî got, mîlîtanan piraniya Îdlibê kontrol kirine, piştî hêzên hikûmetê vekişiyan bingehên xwe li bajêr.

XS
SM
MD
LG