Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Navokî yên Îranê Bileztir Dibin


Wezîrê Derve yê Fransa li dema konferanseke rojnamevanî li Lausanne, Swîsra.

Danûstandinên li ser programa Îranê ya navokî li Luasanna Swîsrayê îro Şemiyê bileztir bûn, ligel nêzîkbûna dema dawî ya gihiştina rêkeftinê.

Wezîrên derve yên Fransa, Almanya tevlî Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bûn, jibo gotûbêjên ligel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Jewad Zerîf.

Herdu alî kar dikin ku roja Sêşemê bigihêjin rêkeftinekê. Ew hêvî dikin ev rêkeftina destpêkî bibe bingeh jibo rêkeftineke berfireh li dawiya meha Hezîranê.

Herdu alî herwiha dibêjin ku danûstandin dirêj û dijwar bûne.

XS
SM
MD
LG