Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewirmendê Encumena Parêzgeha Tikrît Îsawî: Tikrît ji DAIŞ Paqij Bûye


Şewirmendê Encumena Parêzgeha Tikrît Alî Mehmud el-Îsawî gote VOA, navenda bajêr aram e û karmendên hikûmetê dê dest bi karên xwe bikin.

Karbidestên Îraqê dibêjin, hêzên ewlehîyê û komelên çekdarên ser bi hikûmetê ve û bi alîkarîya êrîşên firokên hevpaymanîya bi rêbertîya Amerîka milîtanên komela Dewleta Îslamî, DAIŞ ji bajarê Tikrîtê derxistine.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka şewirmendê Encumena Parêzgehê Alî Mehmude el-Îsawî got, navenda bajêr aram e û karmendên hikûmetê dê dest bi karên xwe bikin.

Birêz Îsawî got, hinek milîtanên DAIŞ li hinek qurzîkên rendeka Qadisîye mane, lê ewê jê bên derxistin.

Kerem kin jibo guhdarkirina vê hevpeyvînê vê linka xwarê dagirin.

DS_Alî_Îsawî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

XS
SM
MD
LG