Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranî ji Rêkeftina Navokî ya ligel Cîhanê Kêfxweş in


Îranî çarçoveya peymana navokî ya ligel hêzên cîhanê, ku toleyên aborî yên ser Îranê sist dike, bi kêfxweşî pîroz dikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarif îro Înê li Tehranê ji alîyê girseyeke coşbar ve hat pêşwazî kirin.

Piştî ku rêkeftin do Pêncşemê hat ragihandin, gelek kes herikîn kolanên paytaxt Tehran û geşbînîya xwe ragihandin ku toleyên aborî yên ser welatê wan. Di demeke nêzîk de bêne rakirin.

Hevhatina navokî di navbera Îran û 6 hêzên cîhanê, piştî danûstandinên heşt rojan, li Lozana, Swîsre pêk hat û li ber e peymana dawî di 30’ê Hezîranê de bê temam kirin.

Serok Obama do Pêncşemê ew rêkeftin pesand û wek gaveke dîrokî nav kir. Wî got, bi vê rêkeftinê rêka Tehranê ya çêkirina çekên navokî têne girtin û cîhan dibe cîhekî ewletir.

XS
SM
MD
LG