Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Pakistanê Banga Çareserîyeke Aştîyane li Krîza Yemenê Dike


Pakistanê dora 200 hemwelatîyên xwe îrov Înê ji Yemenê derdixe, di vê demê de ku Serokwezîr Nawaz Şerîf li Tirkîyê ye hevdîtinên li ser krîza Yemenê bike.

Şerîf, piştî hevdîtina xwe ya ligel hevtayê xwe yê Tirk Ahmet Davutoglu, li Enqerê bang li alîyên kêşeya Yemenê kir ku çareserîyeke aştîyanê peyda bikin.

Pakistanê heta niha biyar nedaye ku tev li koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî bike, ku çend roj in êrîşî serhildayên Şîayên Husî dike.

Pakistan, ku bi piranî Sunnî ye, wek hevalbendeke Erebistana Saudî tê nasîn.

XS
SM
MD
LG