Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heyder Şeşo ji Alîyê Hêzeka Ewlehîya Herêma Kurdistanê Hat Girtin


Kargêrê Liqa Yek ya PDK Xalid Ahmed: Hêzên asayîşa herêmê Heyder Şeşo girtiye jiber ku bêy razîbûna herêmê ew alîkariya çek ji Bexdayê dixwaze û eve hereşe ye li ser ewlehîya herêmê.

Qumandarê Hêza Parastina Şengalî Heyder Şeşo ji aliyê hêzeka ewlehîya herêma Kurdistanê hat girtin û veguhastin jibo cihekî ne diyar.

Alîkarên birêz Şeşo dibêjin, hêzeka asayîşa Partî Demokratî Kurdistan biser mala Heyder Şeşo de girt li komelgeha Xanikê êvariya Yekşem, 5 meha Nîsanê.

Ji destpêka hêrîşa Komela Dewleta Îslamî DAIŞ bo ser Şingalê li 3 meha Tebaxa 2014, Heyder Şeşo rêberatiya hêzeka çekdar kir û di çendîn şeran de bersîngê DAIŞ girit.

Girtina Komandarê Hêza Parastina Şingalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:40 0:00

Birêz Şeşo, endamê berê yê perlemanê Îraqê ye û endamê Encumena Navendiya Yekêtî Niştimanî Kurdistane û alîkariya Bexda û Herêmê dixwaze jibo bihêz kirina şîyana parastina Şengalê.

Kargêrê Liqa Yek ya Partî Demokratê Kurdistan Xalid Ahmed gote Dengê Amerîka, hêzên asayîşa herêmê Heyder Şeşo girtiye jiber kû bêy razîbûna herêmê ew alîkariya çek ji Bexdayê dixwaze û eve hereşe ye li ser ewlehîya herêmê.

Peyîvdarê Hêza Parastina Şengalê Dawud Şex Cindî gote Dengê Amerîka, çendîn layenan daxwaz ji serkirdayetîya Partî kiriye birêz Şeşo azad bikin yan her çawa be cihê wî diyar bikin, lê wan çi bersiv wernegirtine.

Paşeroja Hêza Parastina Şengalê dinêv bera Bexda û Herêmê de û li jêr sîbera nakokiyên partiyên sîyasî yên Kurdistanê de dê naverokê miştûmira bernama Em û Sîyaset be digel Dauwd Şex Cindî, peyvdarê Hêza Parastina Şengalê û Xalid Ahmed, kargêrê Liqa Yek ya PDK li Duhokê.

XS
SM
MD
LG