Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Xelîl Baran: Bila DEST Bibe Wesîleya Destê Hevgirtinê


Komeleya Alîkariya Mirovî DEST ku demek berê li bajarê Riha navçeya Pirsûsê damezirandina wê hatibû ragihandin, dest bi xebatên xwe dike.

Komeleya DEST piştî penaberbûna xelkê Kobaniyê û xebatên alîkariyê yên bi pêşengiya bizavkarê siyasî û nivîskarê Kurd Îbrahîm Xelîl Baran pêk hatin, hate demezirandin.

Komele wê ji bilî alîkariyên mirovî dersên zimanê Kurdî bide, bûrsê bide xwendekarên Kurd û herwiha her sal xelateke edebiyatê bi navê Mîr Celadet Alî Bedirxan bide.

Komeleya DEST ku navenda wê niha li Pirsûsê ye, wê destpêkê li 21 bajarên Kurdan û li Stenbolê jî ofîsekê veke.

Yek ji damezirînerê DEST’ê Îbrahîm Xelîl Baran, li Stenbolê bi mebesta avakirina bingehekê li bajêr û destpêkirina xebatan, roja Yekşemê bi dilxwazên DEST’ê re civîya.

Nivîskar Baran, piştî civînê li ser mebest û armancên DEST’ê û hewildanên jibo xebatên alîkariyê ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Çend kesayetên Kurd 18’ê Îlona 2014’an bi derbasbûna xelkê Kobaniyê ya Bakurê Kurdistanê ve, me dest bi xebatan kir ku me alîkarî gihand zêdetirî 50 hezar penaberan. Me xwest em bi komeleyeke alîkariya mirovî van xebatên xwe bidomînin.”

Birêz Baran jibo navê DEST’ê dibêje, “Me xwest Kurd dest bidin hevdu. Lewra dema Kurd destê hev bigirin dibin milet. Bila DEST bibe wesîleya destê hevgirtinê.”

Îbrahîm Xelîl Baran herwiha bizavkarekî siyasî ye û bi navê Partiya Kurdistanî (PAKURD) jî karê siyasî dike.

“Di nav DEST’ê de, kesên ji partiyên siyasî yên din jî cih digirin. Xebatên xêrwaziyê derveyî siyasetê ne. Dema miletê me ji Kobaniyê penaber bû, bêyî cudahiya nêrîna siyasî hemû birçî û tazî bûn û kesî li fikrên wan ê siyasî nepirsî.”

Bizavkarê Kurd bi bîr dixe, “Li Swêd, Holande û Brîtanyayê jî wê nûnertiyên DEST’ê werin vekirin.”

Ew derbarê projeyên berdewam agahî dide û dibêje, “Niha alîkariya dermankirin û xwedîkirina dayik û zarokên Kobaniyê berdewam e. Li demên pêş jî bi hevkariya hin komeleyên din em amadekariya avakirina nexweşxaneyekê li Kobaniyê dikin.”

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00

XS
SM
MD
LG